Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîye Serdana Sêrtê Dike


Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan.

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan roja Duşembê bi wezîrê Berevaniyê Taner Yıldiz, wezîrê dewletê Egemen Bağış û Cevdet Yilmaz, Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker û Wezîra Perwerdehîyê Nîmet Çubukçu re ji bo serdanekî hatin Sêrtê.

Li ser hatina serokwezîr gelek kes çûn pêşiya wî da ku pirsgirêkên wan werin çareserkirin. Jinên Gundê Aktaşê jî ji gilîyê bêavîyê gundê xwe bikin da ku ev meselya wan were çarserkirin, çûn pêşîya Serokwezîr Erdogan. Şîlan Kezer ya 15 salî jî bi jinê gund re diçe Sêrtê û li wêderê xwe digihîne Recep Tayyîp Erdoğanî. Serokwezîr hîn dike ku Şîlanê jiber xizanîyê, piştî klasa 7’an nikaribîye hare dibistanê û soz didê ku evarê ewê bi hevsera xwe re werin gundê wan, bibin mêvanê wan.

Piştî ku karê serokwezîr li Sêrtê qedîya, tevî hevsera xwe Emîne Erdogan, kîza xwe, wezîrê Çandinîyê Mehdî Eker û wezîra Perwerdehîyê Nîmet Çubukçu û bi çend parlamenterên dinê re, çun gundê Aktaşê ku ev der 10 km ji navenda Sêrtê dûr e.

Li ser xebera çuyîna gund ya serokwezîr, nava gund bi lepmeyên zêde hate ronîkirin herwiha cenderme jî ji bo ewlehîyê derûdora gund bi wesaît û leşkeran pêçandin û tedbîran girtin.

Serokwezîr Erdogan û yên pê re, êvarê bûn mêvanê mala Mîzbeh Kezer û bi malabtê re sohbet kirin. Recep Tayyîp Erdoğan qasî 45 deqe li mala Kezer ma û gilîyê wan gohdar kir.

Şîlan li ser pirsa rojnamgeran dibêje ku “ min jê re got ku jiber xizanîyê ez nikaribûm ku dibistana xwe tewa bikim, herwiha ava gumdê me jî tuneye. Ger hun alikarî bikin, emê kêfxweş bibin, wî jî ji me re got ger ku wextê wî bimîne dê were çayeka me vexwe”

Piştî mêvandarîya mala Kezer, serokwezîr derdê gundîyan guhdar kirin. Jiber ku piranîya jinên gundî yên ku ji bo dexwaza avê hatibûn pêşîya serokwezîr bi tirkî nizanibûn, Serokwezîr gazî Wezrîrê Çandinîyê û Parlamenterê Diyarbekirê Mehdî Eker kir û xwest ku di navbera wan de tercumanîyê bike. Gundiyan bi Kurdî gazîn û dexwazên xwe ji Mehdî Eker re gotin da ku ji serokwezîr re wergêre tirkî. Serokwezîr bi rêya tercumaniya Mehdî Eker dîyar kir ku ewê talîmat bide ku ji bo pirsgirêkên gundîyan çareser bibin. Dema ku li Sêrtê bû, serokwezîr çû serdana mala Ayten Saracoglu ya ku nexweşa pençeşêrê ye.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG