Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesûd Barzanî û Jimareke Sîyasetvanên Din Sersaxî Didin Malbata Dedeoglu


Gelek sîyasetvan û rewşenbîr seredana kona sersaxî ya jibo malbata Dedeoglu dikin ku 7 endamên wê di 30’ê Tîrmehê de ji alîyê çekdarekî ve hatibûn kuştin.

Serokê Giştî yê Partîya DEVA’yê Alî Babacan, Hevserokê Komela Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan, Serokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Cahît Kirkazak, berdevkê Partîya Saaet'ê Bîrol Aydin û berdevkê PDK-Bakur Hişyar Ozalp hinek ji wan kesan in.

Birayê Mesûd Barzanî û nûnerê wî Sîdat Barzanî jî bi navê Mesûd Barzanî telefona malbata Dedeoglu kir û sersaxî xwest.

“Serok Barzanî xemxwarê malbata we ye û jiber vê êrîşê gelek xemgîn e. Ev ne bûyereke rojane ye. Em hêvî dikin ku malbata Dedeoglu û miletê me xwe biparêzin. Dubare sersaxîya we dixwazim,” Barzani got.

Hişyar Ozalp
Hişyar Ozalp

Berdevkê PDK-Bakur Hişyar Ozalp dibêje ku li Tirkîyê li ser Kurdan êrîşeke sîstematîk tê meşandin.

“Ev rûdana Konyayê jî beşek ji wan êrîşan e. Bi şêweyekî hovane êrîşî malbata Kurd ya Dedeoglu hate kirin."

Ozalp dîyar dike ku ew vê êrîşê tenê dijî malbata Dedeoglu, lê li ser hemû Kurdan dibînin.

"Ger êrîşek li ser Kurdekî çêbê, emê wê yekê wek êrîşa hemî Kurdan dihesibînin," Ozalp bi berdewamî got.

ED_03_08_2021_Hişyar_Ozalp
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00

XS
SM
MD
LG