Rojekê piştî ku 6 sal cezayê zindanê li hevşaredara Sêrtê, Sofya Alagaş hate birîn, wezareta navxwe ya Tirkiyê qayum da ser şaredarîya Sêrtê.
Wezaretê bi dauyanîyeke nivîskî agihand ku ''Jiber sûcê endamtîya rêxistina terorê 6 sal û 3 meh cezayê zindanê li Sofya Alagaş hate birîn. Jiber wê, wek tedbîreke demkî ew ji karê bajarvanîyê hate dûrxistin.’’
Di cîyê Alagaş de walîyê Sêrtê Kemal Kizilkaya, wek hevşaredarê demkî hate danîn.
DEM Partî li dijî biryarê daxuyanî da û got “Şaredarîya me ya Sêrtê ji alîyê desthilatîyê hate xesib kirin.''
Hêjayî gotinê ye ku piştî hilbijartina şaredarîyan ya di 31’ê Adarê de, tevî Sêrtê, wezareta navxwe qayum danîbûn ser heşt şaredarîyên DEM Partî yên Hakkarî (Colemerg), Mêrdîn, Êlih (Batman), Dersîm (Tuncelî), Xelfetî, Akdenîz, Muks (Bahçesaray).
Alagaş dibêje ''Ev biryareke sîyasî ye''
Roja Sêşemê, piştî cezayê dadgehê eşkere bû, Dengê Amerîka bi rêya telefonê Sofya Alagaş re hevpeyvîneke kurt kir.
Alagaş got ku ev ceza amadekarîya qayum e.''
Alagaş, berîya bibe şaredar, edîtora Ajansa Jinews’ê bû. Di Hezîrana 2022’an de, digel 15 rojnamevanên ku xebatkarên Ajansa Mezopotamya û Jinews’ê bûn, bi îdiaya ''Endamtîya rêxistina terorî'' hatibû girtin û salek girtî mabû, di rûniştina pêşîn ya piştî salekê hate dîtin de, hemî jî hatibûn berdan.
Alagaş dema ku li zindanê bû, hêjayî xelata ''Maria Grazia Cutuli'' hatibû dîtin ku ew xelat li Îtalyayê her sal ji rojnamevanên jin yên wêrek û serketî tên dayîn.
Alagaş dibêje ku ev doz jî jiber karên rojnamevanîyê li dijêî wê hatine vekirin û got ku “rojnamevanî ne sûc e.''
Doza ku li dijî Alagaş jhatiye vekirin, li Dadgeha Cezaya Giran ya Pêncan ya Amedê, di 7 rûniştinan de hate dîtin. Lê dadgehê bi sûcê ''endamtîya rêxistina terorê'' ew ceza kir.
Alagaş ji Dengê Amerîka re got ku ev, ne biryareke hiqûqî, lê biryareke sîyasî ye. “Dîyar e ku ji jor de talimat ji wan re hatine û bi wan talîmatan biryareke sîyasî dan.''
Dengê Amerîka hewil da kuli dor van idîayan, peywendî bi Wezareta Navxweyî Tirkîyê bike, lê hewildan bê encam bû.
Alagaş bawer dike ku bi vê biryarê dixwazin bêjin ku ''Ew îradeya Kurdan nas nakin û Kurdan tune dihesibînin.''
''Dibe ku ez nebûma şaredar jî ev ceza bidana jiber ku li ser rojnamevanên Kurd jî gelek êrîş dibin. Dibêjin “madem doza te hebû tu çima bûy namze,d lê berîya min Şaredara Sêrtê Berîvan bû, ti sûc an dozek wê tunebû, herwiha şaredarê Akdenîzê birêz Hoşyar, ti lêpirsînek wî jî tuneye, lê qayum dan cîyê wan û ew girtin. Dema bixwazin, ji xwe re hicetan ava dikin.”
''Biryar cezayê jibo amadekirina danîna qayum e''
Dosyeya Alagaş ji dosyeyên 15 rojnamevan hate cihêkirin û di rûniştina 9’ê Çileyê de, dadgehê di dosyeya wê de îfadeya şahidek nepen zêdekir. Di heman demê de du lêpirsînên cuda jî li Alagaş vebûne.
Hem Alagaş hem jî parêzer Resûl Temûr bawer dikin ku biryara cezayê jibo amadekirina danîna qayuman e.
Temûr dibêje ku “di rûniştina 6’an de, bi biryareke lezûbez, îfadeya şahidekî nepen hatiye girtin û tev li vê dozê kirine û li ser van îfadeyan ceza li Alagaş birîn.”
“Heta rûniştina 5’an dadgehê nizanibû ku Sofîya bûye şaredar. 'Di wê rûniştinê de, di dosyeyê de jî hate tomar kirin ku ew êdi şaredar e. Bi vê agahîyê em bawer dikin ku ji dadeghê hate xwestin bi lezûbez biryara cezayê bidin da ku bibe hicet jibo danîna qayum,” Temûr got.
Avuqatên Alagaş wê li dijî biryarê serî li dadgeha Heremî ya Pêdaçûnê bidin. Ger Dadgeha heremî serdanê red bike, Alagaş dê were girtin û ji 3 salan zêdetir dê li zindanê bimîne.
Dezgehên ragihandinê biryarê şermezar dikin
Roja Çarşemê, Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê û Komela Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li dijî girtin û cezakirina rojnamevanan li Amedê daxuyanî dan û dubare anîn ziman ku rojnamevan ne sûc e.
“Jiber xebatên rojnamegerîyê ev ceza li Sofya Alagaş hate birîn. Lê çapamenîya azad bi van cezayan paşde gav navêje.”
Li gor zanyarîyên Komela Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) di sala 2024’an de li bêhtirî 400 rojnamevan doz hatine vekirin.
Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor jî dibêje ku di warê azadîya ragihandinê de Tirkîye di nav 180 dewletan de di rêza 158’an da ye û ew di dereceya ‘Pir xeternak’ de ye.