Partîya Dengê Tirkiyê (SES) yekemîn car li Navenda Giştî ya SES’ê civîna Lijneya Rêveberîya Navendî kom kir.
Berî civînê Serokê Giştî yê Partîya Dengê Tirkiyê Ayhan Bilgen preskonferansek durist kir û li ser zagona nû, pirsgirêka pênaberan û îtifaqên nav partîyên sîyasî rawestîya. Bilgen got, “Di navbera desthilatîyê û opozîsyonê de li ser pênaberan gengeşîyeke bi tûndî tê kirin em vîya di cî de nabînin.”
Serokê Şaredarîya Qersê û parlementerê berê yê HDP’ê Ayhan Bilgen û hin hevalen wî jî HDP’ê veqetîyan û di 31 Adarê 2022’yan de Partîya Dengê Tirkiyê damezirandin.
Serokê Giştî yê SES’ê Bilgen, di yekemin civînê de him sîyaseta desthilatîyê û him jî ya opozîsyona Tirkiyê di warê ragêşîyê de rexne kir. Bîlgen amaje kir ku li Tirkiyê li ser meselên esas nayê sekikinin, bes desthilatî û opozîsyone di navbera xwe de ragêşîyan duris dike. Bîlgen got:
“Li Tirkiyê gelek pirsgirêk li benda çareserîyê ne. Pêwîstîya Tirkiyê ya herî girîn ana bi demokrasîye û zagoneke bingehîn ya nû heye. Li Tirkiyê ana behsa efûyeke giştî tê kirin. Hima hima 10 salan çareke efûya giştî tê rojevê. Li Tirkiyê kêşeyên ku hene heke tê xwastin were çareserkirin, pêwîstîya hîmî bi zagoneke bingehîn ya nû heye.”
Ayhan Bilgen li ser nakokîyên desthilatî û opozîsyonê jî rawestîya. Bilgen amaje kir ku li Tirkiyê desthilatî her gav dixwaze ku statukoyê durist bike, erka opozîsyonê jî wek hilweşandina vê statûkoyê pênase kir û wiha got, “Lê li vê derê a rastî opozîsyon vê erka xwe nikare bilîze. Mixabîn opozîsyon di vî warî de gelek lawaze.”
Pirsgirêka pênaberan êdî him di nav gelê Tirkiye de û him jî di nav sîyasetê de her gav dibe hinceta rageşîyan. Bilgen li ser van ragêşîyan jî sekinî û hewesta partîya xwe ya ser pênaberan wiha dîyar kir:
“Li teniştê me şereke didome, li ber vê şerê jî gelek pênaber hatin vê derê. Di deryayan de gelek zarok mirin, malbatan mal û milkên xwe li pey xwe hîşin û revîn. Di vî warî de mixabîn di navbera desthilatîyê û opozîsyonê de rageşîyek bes li ser vê rewşa pênaberan derketîye. Em wek partîya SES van gengeşîyan di cî de nabînin. Pêwîsti bi çareserîyeke demokratîk heye.”
Ayhan Bilgen li ser pirsgirêka Kurd jî rawestîya. Bilgen amaje kir ku pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên Tirkiyê lazime di bin çarçoveya demokrasîyê de ware çareserkirin.