Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SES Hişyarî Dide ku li Tirkîyê Nexweş û Mirîyên COVID Zêdetir Dibin


Li Tirkîyê hejmara nexweşên COVID-19 her ku diçe bilind dibe.

Berî 1’ê Tîrmehê gava bergirî hîn nehatibûn sist kirin, hejmara nexweşan daketibû 10 hezaran û ya mirîyan jî ji 100 kesan kêmtir bûn.

Piştî ku di 1’ê Tîrmehê de bergirî hatin sist kirin hejmara nexweş û mirîyan careke din zêde bû.

Li gor rapora Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê di 1 Îlonê de 23,946 kes bi nexweşîya COVID-19 ketine, 290 kes jî mirine.

Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) Selma Atabey zêdebûnê bi sîyaseta Wezareta Saxlemîyê û desthilatîyê ve girêdide.

“Polîtîkayên Wezareta Tendirustîyê û hikûmetê vê rewşa pandemîyê nikare baş bi rêve bibe. Li vê derê tiştê girîng ew e ku saxlemîya gel were parastin, lê mixabîn ew tenê sermayeyê û yên ku nêzî wan in diparêzin. Me çend car ew hişyar kirin, lê qet guh nedan me. Jiber vê polîtîkaya niha varyantên cûrbicûr yên COVID belav bûne.”

Li Tirkîyê kesên ku vaksîna yekê li xwe dane % 78 e û nêzî 19 mîlyon kes ti vaksîn li xwe nedane. Yên ku pîva yek, du û sê bûne jî rêjeya wan % 60 e.

Atabey vê rewşê bi kêmahîya sîyasetê ve girêdide.

“Piştî ku COVID-19 destpê kir kirîna vaksînê, anîna vaksînê û vaksînkirina kesan li Tirkîyê gelek di nav dijwarîyan de meşîya. Ev pêvajo gelek xirab hate birêvebirin. Dema 1 Tîrmehê de bergirî hatin sist kirin yekser di hejmarên nexweş û mirîyan de careke din bilindbûn çêbû. Hikûmet tiştekî zanistî nake, tenê tedbîran digire û wan careke din sist dike. Ev jî qet çereserîyê nayîne.”

Atabey gumana xwe li ser hejmarên ku Wezareta Saxlemîyê radigîhîne dîyar dike û îdia dike ku ev hejmar ne rast in.

“Jiber polîtîkayên desthilata sîyasî hejmara nexweşan ji ser 20 hezarî bilind bûye. Lê ev hejmar ji rastîyê dûr in. Hikûmet dixwaze moralê gel xirab nebe loma hejmarên rast vedişêre. Kesên ku serî li nexweşxaneyan didin vê yekê baş dîyar dikin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Tirkîyê heta niha pirtir ji 6 mîlyonî zêdetir kes test hatine çêkirin û pirtir ji 52 hezar kes ji COVID-19 mirine.

XS
SM
MD
LG