Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Tirsa Ser Ewlehîya Xebatkarên Saxlemîyê Zêde Dibe


Li Tirkîyê roj bi roj hejmara pêketîyên vîrusa korona zêde dibe. Li gor wezareta saxlemîyê hejmara pêketîyên vîrusa korona giheşt 112.261 kesan û hejmara mirinan jî bû 2.900.

Dîsa li gor heman daneyan heta niha 33,791 kes jî ji vîrusa korona rizgar bûne.

Herwiha Sendîkaya Kedkarên Tendirustîyê (SES) ragihand ku heta niha 2.103 xebatkarên tendirustîyê jî bi vîrusa korona ketine û 26 xebatkar jî jîyanên xwe ji dest dane.

SES ji xebatkarên 292 nexweşxaneyên 52 bajaran anketek çêkir. Li gor wê anketê bi kêmî ve 1,833 xebatkarên tendirustîyê bi vîrusa korona ketine, piştre jî bi daneyên 7 nexweşxaneyên din ev hejmar giheştiye 2,103 kesan.

Lê, Hevseroka SES’ê Gonul Erden, destnîşan kir ku dema ku hemî nexweşxane were hesab kirin ev hejmar tê texmîn kirin ku bi zêdetirî 8 hezarî be.

“Me ji wezareta tendirustîyê re got ku jibo parastina xebatkarên tendirustîyê tedbirên hati standin kêm in. Lê wezaret li beramberî vê yekê dîyar dike ku tedbirên jibo parastina xebatkarên tendirustîyê hati standin têrê dike. Ez bawer dikim ku ev hêjmara pêketîyan ya zêde dide nîşan ku tedbîr pir kêm in.”

Di heman demê de li gorî anketa ku hatiye amadekirin li van nexweşxaneyan ji sedî 39 xebatkarên tendirustîyê testên wan nahatine kirin.

Ji nîvî zêdetirî li nexweşxaneyan hêj kemahîyên maske, lepik û materyalên parastinê hene.

Erden, dixwaze wezareta tendirustîyê firotina materyalên tendirustîyê ji derveyê welêt re bide sekinandin.

Wê dîyar kir ku bi anketa dawî hat xuya bû ku li nexweşxaneyan hîn pirsgirêka kêmatîya materyalên parastinê didomin.

“Em ji wezareta tendirustîyê careke din pirs dikin û dibêjin, çima hûn materyalan tendirustîyê ji derveyî welat re dişînin û difiroşin? Em bang li wezareta tendirustîyê dikin da ku ji derveyî welat re materyalên parastinê nefiroşin. Jiber ku jixwe kêmahîya materyalên li nexweşxayên Tirkîye kêm in. Dev ji qezençkirina diravan berdin û materyalan tendirustîyê ji xebatkarên tendirustîyê re belav bikin û maskêyan ji bidin gel."

Hevseroka SES;ê got ku ger xebatkarên tendirustîyê neyên parastin, tekoşîna dijî vîrusa korona bi ser nakeve û civak jî nikare were parastin.

"Roj bi roj hejmara pêketîyên vîrusa korona di nav xebatkarên tendirustîyê zêde dibe û ji wezareta tendirustîyê xwest ku hejmara pêketîyan bi zelalî ji xebatkarên tendirustîyê, civakê û ji sazîyên tendirustîyê re were eşkere kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00

XS
SM
MD
LG