Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Trump Hewil Dide ku Rê li Ber Eşkerebûna Agahîyên Nepenî Bigire


Wezîrê Dadê Jeff Sessions
Wezîrê Dadê Jeff Sessions

Wezîrê Dadê yê Amerîka Jeff Sessions, ser kêşeya eşkerekirina agahîyên nepenî yên Qesra Sipî axifî. Sessions dîyar kir ku ewê li dû şopa kesên ku ewhlehîya Amerîka dixin metirsîyê kevin.

Sessions, ji rojnamevanan re da zanîn ku Wezareta Dadê, hejmara vekolînên derbarê eşkerekirina agahîyan sê qat zêde kirine û çar kes jî tên tawanbar kirin.

Wezîrê Dadê got ku ‘’çi pêwîst be emê bikin’’ û dîyar kir ku divê ew çanda eşkerekirina agahîyên nepenî bi dawî bibe.

Sessions navên çar kesên ku tên tawanbar kirin eşkere nekir, lê dîyar kir ku wan agahîyên nepenî bi awayekî ne qanûnî belav kirine û peywendîyên wan yên veşartî bi karbidestên îstixbaretê yên welatên din re hene.

‘’Ti hikûmet, heta ku serokê wan mijarên taybet bi awayekî azad neaxifin, nikarin baş û bi bandor bin’’ Sessions got.

Herî dawî, Washingon Postê axaftinên Trump yên bi serokên Meksîka û Avustralya re weşandibûn.

XS
SM
MD
LG