Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jeff Sessions Bersîva Trump Dide


Wezîrê Dadê yê Amerîka Jeff Sessions bersîva gotinên Serokê Amerîka Donald Trump yên dijî wî da.

Sessions ser axaftina Trump, ku gotibû ‘’Ti carî nikaribû Wezareta Dadê birêve bibira’’, dîyar kiribû ku ew û wezareta wî ‘’di bin bandora hesabên sîyasî de namînin’’

Trump, ku gelek caran dijî Sessions bertekan nîşan dide, di Fox Newsê de dîyar kiribû ku jiber ku Sessions yek ji alîgirên wî yên pêşî bû karê dadê daye wî, lê wî ti carî Wezareta Dadê baş birêve nebiriye.

Sessions bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku wî roja ku sond xwariye rêvebirîya Wezareta Dadê xistiye bin kontrola xwe û serkeftineke mezin bi dest xistiye.

Sessions da zanîn ku heta ku ew li wezareta dadê be dê kiryarên wezaretê di bin bandora hesabên sîyasî de nemîne.

Wezîrê Dadê bi berdewamî dîyar kir ku ew standartên bilind dixwaze û gava ew standart nebin jî ew çi hewce ye wê bike.

XS
SM
MD
LG