Hejmara mirîyên şewata girava Maui ya eyaleta Hawaii ya Amerîka gihişt 106’an.
Şewata hefteya borî zarar da piranîya Lahina ya ajaroka beravê.
Seba alîkarîyên jibo tespîtkirina mirîyan komeka morgê do derbazî giravê bû.
Karbidestên Girava Maui dest bi belavkirina mirîyên şewatê kirin.
Wezareta Saxlemî ya Amerîka jî ragihand ku wan jibo tespîtkirina nasnameyên mirîyan ekîpmanên rontgenê û patalog, teknîker û pisporên din şandine herêmê.
Piranîya kesên ji şewatê sax filitîne derbazî odeyên otelan bûne û xwarin û vexwarinên serekî gihiştine Lahaina.
Walîyê Hawaii Josh Green dîyar kir ku daxwazên ser serdana li herêmê zêde ne û got ku karbidest westîyane. Greeen got ku pêkan e ku ew gelek termên şewitî bibînin.
Rêberê Polîsên Maui John Pelletier bang li kesên nasên wan winda kir ku mînakên DNA’yên xwe bidin.
Şewatên li giravê hîn tam nehatine kontrol kirin. Ew wek şewatên dîrokî yên sed salên dawî yên Amerîka têne dîtin. Vekolînên ser sedema şewatê hîn jî didomin.
Jêder: AP