Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Seyda: Huner Ezmûnek Baş e Bo Pîvana Hestê Mirov û Pênasîna Kesayeta Wî


Hunermednê Kurd-Siwêdî Mihemed Seyda, berdewamiya karê xwe yê hunerî dike bi hemû şêweyên ku ew dikare xwe di wan de dibîne.

Vê carê bi ezmûneke nû bi hunermendek Siwêdî re, pêşangehek hevbeş vekir, ku ji 24 Adarê ta 8 Nîsanê berdewam dibe.

Mebesta vê pêşangehê li gorî herdû hunermendan, danûstendin bû. Ka çawa du kesên ji hev cuda bi hemû aliyên xwe, dikarin berhemek hunerî yekane û hevbeş durist bikin.

Mohamad Sayda
Mohamad Sayda

Seyda dibêje, ku ev serborek mezin bû ji wî re, ji ber ku xwe têde pîva û da nasîn, wekû kesekî, Kurd, Rojhilatî, Mûsilman, bi kesek Siwêdî, Iskendenafî, û Xiristyan re.

Wisa jî hunermend Fluhr, bi şêweyekî balkêş xwe da ber vê pêşangehê û ji Seyda xwest ku karekî hevbeş bikin.

Mohamad Sayda
Mohamad Sayda

Ew dibêje, karên wisa dikarin gelek pirsên mezin şîrove û ron û zelel bikin, bi wateya ku mirov çiqwasî ji hev cuda bin lê ew dikarin bi hev re bijîn û kar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:14:07 0:00

XS
SM
MD
LG