Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muxtarê Kurd yê li Enqerê Dibêje Şûna Wî Qayum Hate Danîn


Bala yek ji 25 bajarokên Enqerê ye rûniştvanên wê herî zêde Kurd in û Kesîkkopru jî gundekî Bala ye.

Seyfî Kaya, bi xwe wek Kurdekî Anatolîya Navîn ji gundê Kesîkkopru ye û bi karê cotkarîyê ve mijûl e.

Ew di sala 2016’an de di hilbijartinê herêmî de cara yekê dibe muxtarê vî gundî.

Kaya, jiber ku piştgirî daye hewildan û çalakîyên Kurdan di sala 2018’an de hatiye binçav kirin û zindan kirin.

Piştre ew jî kar hat dûrxistin û li şûna wî qayum hatiye danîn. Kaya ketiye pey mafên xwe yê hiqûqî, lê heta niha ti encamek negirtîye.

“Ez di sala 2016’an de li Kesîkkopru wek muxtar hatim hilbijartin. Min li taxa me nêzîkî 600 deng girtin û bûm muxtar. Paşê di derheqa min de hate gotin ku ‘kesên HDP’ê piştgirî daye wî’. Paşê polîsan di sibêyeke Adara 2018’an de serî da ser mala me û ez hatim desteser kirin.”

Partîya Gel ya Demokratîk (HDP) di hilbijartinê 31 Adarê 2019’an de 65 şaredarî bi destxistibûn. Di 19’ê Gelawêjê 2019’ande li ser 48 şaredarîyên HDP’ê qayum hatibûn danîn.

Kaya bi bîr dixe ku berî ku qayumên ser HDP’ê hatin danîn, ew yek pêşî li ser wî pêk hatîye.

“Piştî binçavkirinê wan ez xistim zindanê. Heke ez ne xelet bim, li tevahîya Tirkîyê cara yekê li ser muxtarekê qayum hatîbû danîn û ew kes jî ez bûm. Em Kurd dema li xwe xwedî derkevin, ew sîstem nahêle ku em bibin muxtar jî.”

Kaya erkdarkirina qayuma ser xwe, bi tevahî bi Kurdbûna xwe ve girê dide û dixwaze neheqîyên hember wî werin rast kirin.

“Polîsan sê roj berî ku ser mala min de bigirin, hatin cem min û ji min xwestin ku ez bibim nokerê (hevkarê) wan. Min jî bi tundî red kir, piştî wê jî hatin ez birim û xistim zindanê. Jiber ku ez Kurd im, wan wisa kir. Min ew bêrûmetî nepejirand û niha jî bi vê biryarê serbilind im.”

Kaya di sala 1970’an de li gundê Kesîkkopru ji dayik bûye û di zaroktîya xwe heta niha cotkarî dike. Kaya dîyar dike ku ewê hata dawî doza hiqûqî bide ku mafên xwe bigire û careke din bibe muxtar.

ED_06_14_2023_Mixtar_Seyfi_Kaya_Qayum
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00
XS
SM
MD
LG