Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Colemêrg Lêpirsînan li ser Daxuyaniya Sezgin Tanrikulu Dike


Sezgin Tanrikulu
Sezgin Tanrikulu

Di heqê parlamentere CHPê yê Stembolê Sezgin Tanrikulu de serdozgeriya Enqerê lêpirsîn dest pê kirin piştî daxuyaniya wî ya ji bo kuştina Mehmet Temel ku ji aliye firokên şer yên Heron yên bê mirov ve li gundekî Colemêrgê hatibûn kuştin.

Wilayeta Colemergê di daxuyaniyekê got ew her çar kes piştevanên PKKê ne û ji bo civîneka endamên PKKê, li wir bûn.

Parlamenterên HDP û yê CHPê di daxuyaniyan gotin kesên di buyerê de hatine kuştin û birîndarkirin sivîl in.

Wezirê Karê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di cejnê de çû Colemêrgê daxuyaniyek da û got em hewil didin xeletîyek nekin divê hêzên me jî bi baldarî tev bigerin, sivîl û teroristan li hev nexin. Dibe ku carna kêmasî çêbin. Em van kêmasiyan jî li ber çav digrin û tedbîran distînin.”

Ji bo agahiyên berferehtir li raporta deng guhdarî bike

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00

XS
SM
MD
LG