Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sezaî Temellî: Ger DAIŞ li Sûrîyê Nemaye, 206 Êrîşên Esmanî jibo Çi Ne?


Leşkerên Amerîkî li Minbicê (Arşîv)

Reaksîyonên derheqa daxuyanîya Serokê Amerîka Donald Trump ya vekişîna di civîna gruba Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) de jî cîyekî girîng girt.

Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî di axaftina xwe de li ser vekişîna Amerîkayê sekinî û got ku DAIŞ hîn wek xwe li Sûrîyê ye.

“Li gor raporên herî dawî, em dibînîn ku DAIŞ xilas nebûye û 13 hezar endamên wê hene. Dibêjin DAIŞ nemaye. Heku nemaye, we çima di demên dawî de 206 car êrîşên esmanî pêk anîne û hember DAIŞ’ê 378 operasyon kirine? Tê gotin ku DAIŞ xilas bû jiber wê, vekişîn çedibe, lê em dibînin ku DAIŞ hîn heye.”

Temellî bi bîr xist ku di şerê Sûrîyê de heta niha ji 500 hezar zêdetir mirov jîyanên xwe ji destane û 6 mîlyon zêdetir jî sîvîlên Sûrî bi zorê hatin koçber kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00

XS
SM
MD
LG