Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Patrick Shanahan Seredana Îraqê Dike


Wezîrê Berevanî yê Amerîka yê ser kar Patrick Shanahan, di seredaneke neragihandindî de îro Sêşemê çû Bexda ku hêzên Amerîkî yên li wî welatî bibîne.

Shanahangot ku armanca seredana wî girîngîdana serwerîya Îraqê ye û gotûbêjkirina hebûna hêzên Amerîkî ye.

“Em ser vexwendina hikûmeta Îraqê li virê ne û di berjewendîya her du alîyan de ye ku Îraq bikare ewlehîya xwe xurt bike,” Shanahan ji rojnamevanan re got.

XS
SM
MD
LG