Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Ser Pêşveçûna Peywendîyên Rûsya û Çînê Hişyarîyê Dide


Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Grant Shapps
Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Grant Shapps

Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Grant Shapps îro Yekşemê ser peywendîyên Rûsya û Çînê hişyarî da.

Shapps di Sky Newsê de got ku pêşveçûna peywendîyên serokê Çînê Xi Jinping û hevtayê wî yê Rûsî Vladimir Putin dijî demokrasîyê gefan çê dikin.

‘’Ez bi vê meseleyê ketime fikarên kûr. Çinkê divê em ji bîr nekin ku ew her du dewlet bi demokrasîyê bawer nakin.’’

Wî dîyar kir ger ew hewil didin ku sîstemên xwe li cîhanê belav bikin divê ew hişyar bin ku ew bi awayekî rastexwe dijî stîla jîyanên wan gef e.

Rêberên Rûsî û Çînî roja Pêncşemê ser pêşvebirina peywendîyan kom bûn.

Her du rêberan soz dan hevdu ku ew dest bi qonaxeke nû ya hevkarîyê bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG