Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nevîyên Şêx Seîd Dixwazin Dewlet Cîhê Gora Wî Eşkere Bike


Dadgeha Îdarî ya 5’an li Enqerê îro Sêşemê cara yekê li ser dîyarkirina cîhê gora Şêx Seîd Pîran rûnişt.

Ev doz li ser daxwaza nevîyên Şêx Seîd, Komela Şêx Seîd û Baroya Amedê hatiye vekirin.

Şêx Sêîd û hevalên wî di 25’ê Hezîrana sala 1925’an de li Amedê hatibûn sêdare kirin. Ji wê çaxê ve, cîhê veşartina termên wan nehatiye dîyar kirin û jibo Kurdan, ew wekî sembola şoreş û berxwedanê tê zanîn.

Komela Şêx Seîd û Baroya Amedê jibo peydakirina cîhê gora Şêx Sêîd û 46 hevalên wî li Dadgeha Îdarî ya 5’an li Enqerê beşdarî vê dozê bûn.

Malbata Şêx Seîd jibo dîyarkirina gora wî di sala 2009’an de pêşî serî li Wezareta Navxweyî dabûn, lê wezaretê ew daxwaz red kiribû. Li ser vê jî malbatê serî li meclîsa Tirkîyê dan, lê wî jî ew daxwaz red kiribû.

“Serîlêdana me bi tevahî hatibû red kirin. Piştî ku encam derneket, li ser vê ji parêzerên komelê li Dadgeha Îdarî ya 5’an li Enqerê doz vekirin. Îro rûniştin hebû. Dadgehê ragihand ku ewê di nav 15 rojan de biryara xwe ya dawî bide,” nevîyê Şêx Seîd, Dîyadîn Firat got.

Ji bilî cîhê gora Şêx Seîd û hevalên wî, cîhên gorên Seyît Riza û Seîdê Kurdî jî ji alîyê dewleta Tirkîyê ve tên veşartin.

Firat dibêje ku dewlet di her alî de mafên Kurdan binpê dike.

“Ev şêwazeke sîstema Tirkîyê ye. Ev sîstem kê ji xwe re dijmin bibîne, wan hinda dike yan jî tune dike. Ne tenê jibo Şêx Seîd, di mesela Seyît Riza de jî wisa ye, di mesela Saîdê Kurdî de jî me ev yek dît. Tirs û fikara dewleta Tirkîyê ji mirîyên me hene.”

Firat geşbînîya xwe dîyar dike ku belku biryareke erênî derkeve.

“Li pêş me hilbijartin heye. Dibe ku AKP bibêje ku bila em serlêdana Komela Şêx Seîd qebûl bikin. Dibe ku AKP jibo propagandaya xwe gavekle wiha ji Kurdan re bavêje.”

Dageha Enqerê ti daxuyanîyên fermî derbarê vê rûniştinê nedaye, lê li gor nevîyê Şêx Seîd, karbidestên Tirkîyê gotiye ku li cem wan ti belgeyên arşîvê derbarê van agahîyan tunene.

ED_25_04_2023_Gora_ Şêx_Said
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00

XS
SM
MD
LG