Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sazî û Kesitîyên Kurd li Sûrîye û Îraqê Şîna Şêx Hemedî Deham el Carba Digirin


Şêx Hemedî Deham el Carba
Şêx Hemedî Deham el Carba

Şêx Hemedî Deham el Carba, serokê eşîra Şemmar û yek ji kesitîyên herî bi bandor li bakurê rojhilata Sûrîyê do Pêncşemê li Herêma Kurdistana Îraqê jiber nexweşîya giran koça dawî kir.

Jêderên nêzî malbatê ji medya herêmî re ragihand ku Şêx Hemedî di demên dawî de bo dermankirinê li Belçîka dima.

Şêx Hemedî çend roja Çarşemê giheştibû Herêma Kurdistana Îraqê û piştî ku rewşa wî ya saxlemîyê gelek xirab bû, li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê jîyana ji dest daye.

Şêx Hemedî wek yek ji hevalbendên herî girîng yên Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê tê dîtin û ew di 2014’an de wek Hevserokê Herêma Cizîrê hatibû hilbijartin.

Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) û Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê û ya Herema Cizirê îro Înê jiber koça dawî ya Şêx Hemedî bi daxuyanîyên sersaxîyên xemgînîyên xwe anîn ziman.

HSD’ê di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku Şêx Hemedî yek ji kesitîyên netewî yên herî bi nav û deng e ku di avakirina Rêvebirîya Xweser de bi rengekî pir xurt cîh girtiye.

HSD’ê rola Şêx Hemedî ya di parastina aştiya sivîl û biratîya gelan de,bi rêzdarî bi bîr anî û herwiha bal kişand ser keda wî ya di tekoşîna dijî hêzên terorîst hate destnîşan kirin.

Mazlum Ebdî, Fermandarê Giştî yê HSD’ê bi peyameke ser Twitterê xemgînîya xwe ya li ser mirina Şêx Hemedî dîyar kir.

“Bi xemgînîyeke mezin me nûçeya koça dawî ya Şêx Hemîdî Deham El-Hadî El Cerba wergirt: mezinê şexên eşîra Şemmar û rêvebirê hevbeş yê kantona Cizîrê . Xwedê rehma xwe li wî bike û sebir û bêhnfirehî bide eşîra wî."

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî jî bi peyameke sersaxî ji malbata wî re xwest.

“Jiber koça dawî ya Şêx Hemedî Deham Hadî El Cerba, mezinê şêxên eşîra Şemmar li Sûrîyê, sersaxî û hevxemîya xwe pêşkêşî malbata El-Cerba û eşîra Şemmer dikim, û ez êş û xemên wan parve dikim.”

Cenazeyê Şêx Hemedî yê 86 salî îro danê sibê ji ser rêya Sêmalka-Feyş Xabûr hat derbazkirinê bakurê rojhilata Sûrîyê bû û giheşt gundê wî Tel Elo yê li bakurê rojhilata bajarê Hesekê.

Şandeyên ji rûsipîyên eşîrên Ereb, rêvebirên Rêvebirîya Xweser, nûnerên partîyên sîyasî û bi sedan kesên din serbixwe cenazeyê serokê eşîra Şemmar, Şêx Hemedî li Sêmalka wergirtin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Şêx Hemedî Deham el Carba di sala 1936’an de li gundê Tel Elo ku li gundewarê bakurê Hesekê dayik bûbû û kurê wî Bandar Hemedî Deham El Hadî rêberîya hêzeke çekdar ya girêdayî HSD’ê dike.

Şîrovekar Selam Mistefa Şêx Hemedî wek kesitîyekî netewî bi nav dike û dibêje ku mirina wî jibo biratîya gelê Kurd û Ereban hindabûneke mezin e.

RR_11_11_2022_Mirina_Şêx_Deham
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:15 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG