Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Nîqaşên Ser Navê Şêx Seîd Didomin, Kurd Bertekên Xurt Nîşan Didin


Şêx Seîd
Şêx Seîd

Şaredarîya Bajarê Mezin yê Amedê. ya bin kontrola qayumê, Di 6'ê mehê de li ser hesabên platforma X’ê ragihandibû ku li nav Farqîn û rêya Elezîzê, rêyeke 12 km dirêj çêdikin ku navê wê jî dikin ‘Bulvara Şêx Seîd’’

Lê, piştî vê peyamê li ser medya civakî taybet nîjadperestên Tirk û partîyên netewperwer berek nişan dan û di gelek parvekirinan da dijûnan li Şêx Seîd kirin.

Partîya Komunîsta Tirkîye vê mijarê anî rojevê û ev partî Şêx Seîd bi ''Paşverûtî û bi sîxurîya Brîtanya'' tawanbar kir. Herwiha bang kir ku şarerdarî paşde gav bavêje.

Parvekirina şaredarîyê li ser X'ê 6,5 mîlyon car hatiye dîtin.

Rojnamevanê navdar Fatîh Altayli jî li ser Youtubê di bernameya xwe de nîrxandinan kir û jibo Şêx Seîd got ''Bê şeref.’’

''Qaşo desthilatîya me xwecîhî û netewî ye, lê dema damezrandina Tirkîyê de Şêx Seîdê bê heysîyet, bê şeref û rezîl ku hevkarê Îngilîzan bû, serî hilda, xwest welat perçe bike. Niha hun radibin navê wî li kolanekê datînin. Sibê jî hun dê navê Ocalan li wê bulvarê deynin?'' Altayli got.

Serokê Partîya Zafer Umît Ozdag jî li dijî biryara şaredarîyê bertek da û got ''Madem hun navê Şêx Seîd li cadeyê datînin, we çima qayum tayîn kir, we ji HDP'ê re bihîşta. Em jî li hêvîya roja xwe ne ku navê egîdê Dîyarbekirê, Zîya Gokalp li ser wê rêyê deynin.''

Rêvebirîya Amedê ya Partîya Vatan jî bi daxuyanîyeke îdia kir ku 'Şêx Seîd sîxurê Birîtanya bû û xwest Tirkîye me parçe bike.

“PKK çi be Şêx Seîd ew e, dema navê wî li rêya deynin, ew rê dê bibe binghe jibo perçekirina welêt,'' Partîya Vatan got.

Hêjayî gotinê ye parvekirina şaredarîya Amedê hin di cîyê xwe da ye û ji Partîya desthilatdar jî heta niha ti nîrxandinek nihate kirin.

Li Dijî Heqaretan Kê Çi Got?

Parlamanterê berê yê HDP'ê Altan Tan jî li dijî van parvekirinan peyamek belav kir û got ''Hin kes û alîyên ku şeref û heysîyeta wan kêm e, heqaretê li Şêx Seîd Efendî dikin, ev zalimî û nemerdî ye, em heqaretê wan li wan vedigerînin.''

Partîya Netewperwerên Kurd jî li dijî kesên heqaretê li Şêx Seîd kirin daxuyanî dan û gotin Şêx Seîd rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd e.

''Her heqareteke ku li Şêx Seîd tê kirin, di eslê xwe de li miletê Kurd tê kirin. Ji ber wan heqaretên ku li rêberê miletê Kurd Şêx Seîd kirine, em Fatîh Altayli û hemû kes û alîyên çepgir yan rastgir ên ku berdewamîya Îttîhad Terakkî ne, şowenîst, nîjadperest û dijminên miletê Kurd in, protesto û şermezar dikin.''

Cîgirê Serokê Partîya Baş, Salim Ensarîgolu jî li ser hesabên xwe yên medya civakî li dijûnên li Şêx Seîd bertek nîşan da.

''Ew kesên ku van îthaman dikin, xizmetê dikin jibo alozîya nav civakê geştir bibe. Em hurmetê nîşanê hemî nîrxên civakê didin ku vê yekê jî weke aşitîya bîr û hafizayê dibînin.''

Nîrxandinên Salim Ensarîoglu bû sedem ku ew sewqê komîsyona dîsîplinê ya partîyê bikin.

Berdevkê Partîya Baş Kurşad Zorlu ragihand ku ev biryar ji alîyê seroka Partîya wan Meral Akşener ve hatiye dayîn û got ''Ev nîrxandin, nirxên bingehîn ên jibo damezrandina partîyê tune dihesibîne û em vê daxuyanîyê red dikin.''

Komela Şêx Seîd û Baroya Amedê Doz Vekirin

Baroya Amedê roja Sêşemê rojnameger Fatîh Altayli gilîya dozgerîyê kir.

Nevîyê Şêx Seîd û rêvebirê Komela Şêx Seîd, Kasim Firat ji Dengê Amerîka re got ku wan weke komel û malbata Şêx Seîd li Enqerê derheqa Fatîh Altayli û Umit Ozdag wan jî doz vekiriye.

''Me çend kesan, weke Fatîh Altayli, Umit Ozdag, da mehkemê. Lê, ev bêtehamûlî ye li vî welatê heye. Dema li ser navê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî gavek were avêtin, hinek xulam, noker ku mirov nizane girdayî kê ne, di şexsê Kemalîzm û çepgerîyê de hicûmê Şêx Seîd Efendî dikin, li ser navê wî bi zimanekî kesîf heqaret li tevahîya Kurdan dikin. Ev bûye weka adet, lê em bi ti şeklî vîya qebûl nakin. Him di wîjdana gel de him li ba hiqûqê him jî di bîra giştî de em wana teşhîr dikin û îadeyê wana dikin. Em dizanin ku cumhurîyet li ser înkar û îmha Kurd û Kurdîstanê hatiye damezrandin. Loma tiştên ku ewana dikin li me ecêb nayê. Jiber wî em jî hazir in.''

Hêjayî bîrxistinê ye ku Komela Şêx Seîd û Baroya Amedê du sal berê jibo cîyê gora Şêx Seîd û rêhevalên wî eşkere bikin dest bi prosesa dadgehê kiribûn, lê dadgehê ew daxwaz red kiribû. Du roj berê Baroya Amedê û Komela Şêx Seîd jibo heman armancê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn xistin.

Hun dikarin li ser fayla denga ya jêrîn guhdarîya nirxandinên Kasim Firat bikin:

KHF_12_13_2023_Niqasen_Ser_Sheihk Seid
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:32 0:00
XS
SM
MD
LG