Roja Çarşemê li Washingtona paytaxta Amerîka, xwepêşandaneke bi navê A Stand For Free Speech at Sheridan Circle (Jibo Piştgirîya Mafê Azadîya Axaftinê) hate kirin.
Xwepêşandan li Qada Sheridan Circle, cîhê ku xwenîşandêrên Kurd di 16'ê Gulanê de bûbûn armanca parêzkarên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hate kirin. Bilî hin mexdurên êrîşê, xwepêşanderên Kurd, Ermenî, Yunanî jî di xwepêşandanê amade bûn.
Di xwepêşandanê de alên Amerîkî, yên Herêma Kurdistana Îraqê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), posterên hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatin rakirin û pankart û diruşmên curbicuir hatin bilind kirin.
Bi awayekî gelek balkêş, 5 Kongresmenên Amerîkî Dana Rohrabacher, Ted Poe, Tom Lantos, Jim McGovern, John Sarbanes û Jim Costa jî li qadê amade bûn û êrîşa hember xwepêşandarên aştîyane şermezar kirin û bal kişandin azadîya karanîna mafên destûrî.
Kongresmenê Demokrat yê eyaleta Kalîfornîa Jim Costa ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku mafê rêxistinbûnê û mafê axaftinê mafên bingehîn in û nabe ku ti kes wan binpê bike.
"Dema ku meriv li dîmenan dînêre, xuya dibe ku parêzkaran bi fermana Erdogan êrîşî ser xwepêşanderan kirine. Ew êrîşa 16'ê Gulanê rewşa Tirkîyê ya îro nîşan dide ku îro bi hezaran kes li wî welatî ji azadîya xwe mehrûm in" Costa got.
Costa da zanîn ku li Tirkîyê gelek rojnamevan jî girtî ne ku ew dewleta cûdabîrîyê qebûl nake.
Tevî ku xwepêşandan di rojeke kar de û sibê zû bi rêve çû, jimareke baş ya beşdaran li qadê hazir bûn û bi dengekî biling dîyar kirin ku êrîşên hember mafê wan li nav axa Amerîkî nayê qebul kirin.
Ji wan yek Mehmet Tankan bû ku bi xwe bûbû armanca lêdana parêzkaran û çûbû nexweşxanê.
"Bi piştgirîya kongresmenan em gelek kêfxweş bûn. Di rojên pêş de em dixwazin bi hev re pirtir tiştan bikin bo Kurd û Kurdistanê" Tankan got.
Xwepêşandana Çarşemê nîşan da ku tevî ku êrîş pirtir ji 2 meh berê hatibe kirin jî, bîragiştî ya Amerîkî zû zû vê yekê bîr nake û qabûl nake ku mafên wan yên bingehîn ku ji destûrî tê, bêne binpê kirin û kesên ku tawanên wiha kirine, bê ceza bimînin.