Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê PYD'ê: Divê Kurd bi Navê Desteya Bilind Beşdarî Opozîsyonê Bibin


Nûnerê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Şervan Îbrahîm dibêje, divê Desteya Bilind a Kurd (DBK) bihêztir bibe û li nav opozîsyona Sûrîyê bêtir were xebitandin.

Nûnerê Têkilîyên Derve yê PYD'ê Şervan Îbrahîm, nebûna yek helwestîya partîyên Kurdên Sûrîyê rexne dike ku hin ji wan bi serê xwe beşdarîya civînên opozîsyonê li Stenbolê dikin.

Ew dibêje, mixabin jiber ku hinek partî li derveyî DBK’ê, bi awayakî serbixwe beşdarî dikin, doza Kurd dîsa dûrî van civînan dimîne.

Nûnerê PYD’ê Îbrahîm ku niha li Stenbolê civînên opozîsyona Sûrîyê dişopîne, ji Dengê Amerîka re helwesta hêzên Kurd yên Sûrîyê û rewşa oposîzyona Ereb nirxand.

Şervan Îbrahîm dide zanîn, li alîyekî her çiqas qelsbûn û kêmahîyên dîplomasîya Kurdî hebin jî, opozîsyona Ereb jî zêde ne dilxwaz e, jibo beşdarbûn û qebûlkirina mafên Kurdan.

Nûnerê PYD’ê herwiha dibêje, Kurd bi awayekî fermî li civîna opozîsyonê ya Stenbolê cî nagirin. Îbrahîm bal dikşîne ku 4 partîyên Kurd biryara beşdarbûnê standine, lê ew nûnertîya sîyasî ya Kurdan nakin.
XS
SM
MD
LG