Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêrwan Mela Îbrahîm: Di Her Şoreşekê de Şaşî Tên Kirin


Şêrwan Mela Îbrahîm.
Şêrwan Mela Îbrahîm.
Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon hêzên hikûmeta Sûrî û serhildayan şermezar dike.

Di gotarekê de roja Duşemê li civîna Encûmena Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî li Jinêva, birêz Ban got ku herdu alî li şûna dîyalogê, bi tundûtûjî serederîyê ligel qeyrana Sûrîyê dikin.

Rojnamevan û çalakvan Şêrwan Mela Îbrahîm dibêje ku di her şer û şoreşekê de şaşî têne kirin û hêzên serhildayan jî şaşîyan dikin, lê belê ne di cihê xwe de ye ku şaşîyên şoreşgeran û Arêtşa Azad bînin astê şaşîyên rejîma Sûrî.

Birêz Şêrwan dibêje, şoreşvanên ku jibo salek û heşt mehan namûsa wan hate talankirin, zarokên wan hatin kuştin û hemû bûne penaber li welatên cîran, helbet dê şaşîyan bikin.

Birêz Şêrwan herwiha dibêje ku li şûna civaka navneteweyî rexnê li hêzên çekdarî yên şoreşgêran bigire, bila helwêsteka tund li hemberî tundûtûjîya rejîma Sûrî bigire.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG