Nûçegihanê Dengê Amerîka Selam Balayî ragihand ku li herêma Şêxan ya li ser riya Duhok û Hewlêr, rûberek berfireh ya çandinê ji dexl û danan rastî agir pêketinê hat û bihaveke mezin ya dexl û danî hat şewitandin.
Tîmên agir vemirandin û hewar hatinê hewil didin agirî vemirînin, lê heta amadekirina vê raportê ew neşyabûn agirî kontrol bikin.
Herêma Şêxan bi derametê çandinê bi taybet bi genim û dexl û danan bi navûbang e, her sal herêm di dema berzbûna pileya germê de rastî agir pêketinê tê û rûberên mezin yên çandinê tên şewitandin.
Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha eşkere nebûye ku sedema wê şewatê çi ye.