Sînema her dem zimanê peywendî û pênasîna çand û kelepora milatan bû, ku bi saya wê çandên cêwaz nêzîkî hev bûn û cîhan bicûktir bû.
Bi taybetî ku peyamek vê sînemê hebe, êdî bi hêsanî li nav welatan digere û digihêje mebesta xwe.
Derhênera Kurd Şîlan Saadî, yek ji wan derhênerên ku fîlmên xwe li ser peyam û çîrokên gelê xwe ava dike.
Şîlan ji bajarê Mehabadê ye û li wir xwendina xwe ya serekî û navîn qedandiye.
Wê di sala 2008'an de xwendina xwe ya sînema li Zanîngeha Tehranê teva kiriye.
Şîlan, hem li Îranê û hem jî li dervê beşdarî gelek festîval û çalakîyên sînemayî bûye .
Fîlmên wê yên kin:
2010- "Kolanek le piştî malî eme"
2017 - "001"
Belgefîlm:
2006- "Xeyalî Winbû"
2008- "Cil û Bergî Mukriyan"
2014- "My Granny's Daughter"
2015-2018- "I promise"
Her wisa jî, Şîlan mijûlî hunera wênegitinê ye û beşdarî jimareke pêşangehan bûye.
Jibo fîlmê xwe yê dawî bi navê " I promise" bo piştevanîya fîlmê xwe û sînema Kurdî kempeyneke alîkarî li dar xistiye.