Serokwezîrê Ukrayna Denys Shmygal îro Duşemê dîyar kir bo jinûve avakirina Ukrayna 750 mîlyar dolar hewce ye.
Shmygal di Konferansa Jinûveavakirina Ukrayna de, ku bi mazuvanîya Swîsreyê li dar ket, dîyar kir jiber êrîşên Rûsya li ser binesazîya Ukrayna zarareke rastexwe ya pirtir ji 100 mîlyar dolarî çêbûye.
‘’Îro zarara Ukrayna ya binesazîyê rastexwe pirtir ji 100 mîlyar dolarî ye. Plana jinûve avakirinê 750 mîlyar dolar digire, kî wê vê bide?’’ Shmygal got.
Wî dîyar kir plana wan ya jinûve avakirinê ser sê qonaxan çêbûye. Li gor qonaxa pêşî ew dê berê bala xwe bidin ser xizmetên sereke yên wek belavkirina avê. Di qonaxên pêş de jî gava dawî li şer were ew dê xanîyên demkî, nexweşxane û dibistanan çêkin.