Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Shoigu: Rûsya Wê Pirtir Hêzên Xwe li Sînorê Rojava bi Cîh Bike

undis
undis

Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu îro Çarşemê dîyar kir ku ewê pirtir hêzên xwe li sînoron rojava bi cîh bikin.

Shoigu got ku Polonya ya endama NATO jixwe ragihandiye ku ewê artêşa xwe xurt bike û dîyar kir ku çaverê ye li Fînlandîya ya endama nû jî çek û hêzên hevpeymanîyê werin bi cîh kirin.

Wî dîyar kir ku dewletên Rojavayî dijî Rûsya şerekî wekaletê dimeşînin û got ku ew çekên bi mîlyaran dolar didin Kîevê ku hêzên Rûsî bişikînin.

Wezîrê Rûsî ser endamtîya Fînlandîya ya li NATO û beşdarîya Swêdê ya li siberojê got ku ev rewş bi awayekî cidî zirarê dide îstiqrarê.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Her du dewletên ku bi dehan salan sîyaseta bêalî meşandibûn bi serlêdana endamtiya NATO re bûne terefdar.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG