Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Shoigu: Hember Îdlibê Operasyoneke Nû Dê Çenebe


Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu îro got ku ji alîyê hêzên hikûmeta Sûrî û hevalbendên wan ve ti operasyoneke nû li ser Îdlibê çênebe.

"Hurgilîyên mijarê wê di demjimêrên pêş de ligel hikûmeta Sûrî werin kordîne kirin," Shoigu li bajarê Soçî ya Rûsya ji nûçegîhanan re got.

Shoigu ew daxuyanî piştî hevdîtina serokên Rûsî û Tirkî da, ku her du alî hevbîr bûbûn ku herêmeke bêleşker li Îdlibê were danîn ku hêzên hikûmeta Sûrî û serhildayan ji hev cihê bike.

XS
SM
MD
LG