Rawêjkarê Almanya Olaf Scholz îro Şemîyê siyaseta cihûwarkirinê ya Îsraîlê li Kenara Rojava ya dagirkirî rexne kir.
Olaf Scholz ev daxuyanî di serdana xwe ya Nuthetal ya li eyaleta Brandenburgê de ragihand.
"Em li Kenara Rojava ti wargehên nû, tundîya cihûwarkiriyan ya li dijî Filistîniyên li Kenara Rojava naxwazin,"wî got.
Scholz bi berdewamî banga çareserîya du-dewletî jibo Îsraîl û Filîstînîyan dubare kir.
Wî dîyar kir ku jibo Îsraîl û Filîstînîyan encama herî baş çareserîya du-dewletî ye.
"Ger di siyaseta Îsraîlê de hinek kes xwe ji vê yekê dûr bixin, emê piştgiriyê nedin wan," Scholz got.
Jêder: Reuters