Peykersaz Şoreş Emîn, her alav û keresteyekê di nav destê xwe de dike berhemeke ciwan û dide ber çavê me.
Li welatê Siwêdê yê sar û bêdeng, Şoreş li studyoya xwe, wêneyên Kurdistanê jîndar dike û bi peykerên ji kevir, hestin yan jî bronz, çîroka dûrbûnê, serfirazî û qehremanî diafirîne.
Şoerş li devera Serçinar li bajarê Silêmanî ji dayik bûye.
Ji zaroktiya xwe ve di dîbistana seretayî de, bi behreya xwe ya hunerî bala mamoste û hevalên xwe kişandiyê.
Wî d i sala 1987'an de, xwendina xwe di peymangeha hunera ciwan de qedandîye.
Ew di sala 1991'ê de li welatê Swêdê bi cîh bûye û ta roja îro li wir dijî.
Li Swêdê Şoreş xwendina taybet li ser peykersaziya bronzê qedandiye.
Wekî din jî, ew beşdarî gelek pêşangehan bûye û di heman demê de jî, peykerên mezin bo hikûmet û rêxistinên Swêdî afirandiye.
Di hunera Şoreş de, ciwaniya gewid û livandina wî diya dibe ku ew bi aliyekî şêweya klasîk bikar tîne û aliyê din bo afirandina berhemeke nû, şêweya hunera nûjen bi hostatî derbasî nav dike.
"Min Kurdistan ji bîr nekiriye. Tevî dûrbûna minî dûr û dirêj, ez herdem berhemên xwe li ser giyanê wê ava dikim."
Xewna Şoreş ew e ku karibe li Kurdistanê peymangeheke taybet ya hunera peykersaziyê ava bike û teknîk û şêweyên nû raberî şagirtan bike.
Gazinên Şoreş gelek in , lê hêviyên wî jî gelek in. Ew ji navê xwe beşekî mezin hilgirtî ye ku di her aliyên jiyanê de divê herdem şoreş hebe.