Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Siberoja Diyaloga Kurdên Sûrîyê


Dîyaloga di navbera Partîyên Yekîtîya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) de, ku di sala 2019an de destpê kir, pêşbîn bû serê vê mehê, pioştî rawestaneke demkî berdewam bibe, lê hin daxuyanî û nakokokî bûne bend û kosp li pêş wê.

Du qonaxên goftûgoyan, ku Amerîka navberîya wan dike, çûne serî û herdû alîyan sala borî têgihîştinek bi hev re îmze kir û daxuyanîya lihevkirina li dor xalên siyasî û pirisîbên giştî belav kir.

Biryar e di qonaxa sêyem de, eger dest pê bike, mijarên leşkerî û rêvebirîyê werin gotûbêjkirin, di nav de jî derbazbûna pêşmergeyên Roj ji Herêma Kurdistana Îraqê bo herêmên Kurdên Sûrîyê.

Gelek xalên nakok di navbera her du alîyan de li dar in ku hin çavdêr hêvîya pêşketinê tê de nabînin, lê hinek jî dibêjin jiber ku Amerîka navberîya vê diyalogê dike, ew dê encamên baş bide.

Xalên nakok di navbera her du alîyan de çi ne û ew çawa dikarin wan xalan ji nav bibin?

Rêvebirîya nû ya Amerîka di vê derbarê de çi plan hene?

Asoyên dîyaloga Kurdên Sûrîyê çiqas vekirî ne û berê wê li ku ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Îhsan Efrînî, endamê Kongreya Netewî ya Kurdî li Bakurê Amerîka (KNCNA) ku li Kanada dimîne û Hekem Xelo, endamê Desteya Rîsipîyên Bakur û Rojhilata Sûrîyê ku li Qamîşlo dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00


XS
SM
MD
LG