Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

10 Parlamanterên Partîya Siberojê ji CHP'ê Vediqetin


Davutoglu û Kilicdaroglu
Davutoglu û Kilicdaroglu

Partîya Siberojê ragihand ku Partîya Siberojê wê yên ji lîsta Partîya Gel ya Komarî (CHP) ketine parlamanê karvekşînên xwe dane wê partîyê.

Endamê Partîya Siberojê Selçuk Ozdag dîyar kir ku hejmara parlamanterên karvekişîna xwe dane 10 e.

Ozdag dîyar kir ku ewê di merasîma sondê de li ser navê partîya xwe sondê bixwin.

‘’Emê li parlamanê meşa bi Hevpeymanîya Netew re bidomînin, îrade û kêşeyên gel bibin wir û ji bîragiştî re ragihînin.’’

Wî got ku 10 mehên din hilbijartinên herêmî hene û ewê ji niha ve dest bi xebatên xwe bikin.

Partîya Siberojê bi rêberîya Ahmet Davutoglu hatibû ava kirin ku ew berê yek ji sîyasetvanên li pêş yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bû.

XS
SM
MD
LG