Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehê 20 Sal Cezayê Zindanê li Hevbajarvanê Colemêrgê Akiş Birî


Vîyan Tekce û Mehmet Siddik Akiş
Vîyan Tekce û Mehmet Siddik Akiş

Hevbajarvanê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku roja Duşemê hatibû destser kirin û şûna wî qayûm hatibû tayîn kirin îro Çarşemê derket pêşberî dadgehê.

Doza ku ji 2024 vir ve berdevam dikir, îro rûniştina bîryar dayînê pêk hat. Li gel Akiş 14 kes derketin pêşberî Dadgeha Cezaya Giran a Hekarîyê.

Dadgehê bi îdiaya “rêvebirina rêxistina çekdarî” 19 sal û 6 meh ceza da Akiş û ew şand zîndanê.

Piştî bîryara dadgehê xwepêşandan careke din destpêkirin û girseha ku li ber derîyê avahîyê Edlîyê kom bûyî heya ber derîyê Walîtîya Colemêrgê meşîyan.

Carek din derdorê girseh û sîyasetvanan hat dorpêç kirin û di navberan wan de pevçûn derket.

Herwiha ji heman dozê bo sîyasetvan Îzzet Belge, Hifzullah Kansu, Kadrîye Îlbaş, Mikaîl Atan, Seyhan Şahîn ve Faruk Yildiz bi îdîaya “endamtîya rêxistinê” 8 sal û 9 meh ceza hildan.

Rojnamevan Hamdîye Çîftçî jî di nav de bo Tahîr Koç, û Husna Sagîn bi îdîaya “endamtîya rêxistinê 6 sal û 3 meh cezayê zîndanê hatin ceza kirin.

Ji heman dozê tene Emîne Akboga, Fatma Duman û Emrullah Ozturk berat hilda.

Dadgehê Nêzî 20 Sal Cezayê Zindanê li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş Birî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:04 0:00

XS
SM
MD
LG