Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Sîdo Derbarê Kêmbûna Rola Tirkîyê li Sûrîyê Dipeyive


Dr. Kemal Sîdo
Hikûmeta Tirkîyê piştevaneke xurt ya hêzên çekdarên opozisyona Sûrîyê bû. Lê belê sengî û rola Tirkîyê di kirîza Sûrîyê de bi berdewamî kêm dibin, li gorî çavdêrên sîyasî.

Dr. Kemal Sîdo, şirovekarê sîyasî, dibêje ku pirsgirêkên navxwe yên Tirkîyê sedema sereke ya kêmbûna bandora Tirkîyê ye li Sûrîyê.

Birêz Sîdo dibêje ku hikûmeta Tirkîyê “barek hilda ser milê xwe ku ji Tirkîyeyê mezintir e. Dewletên weke Amerîka û Rûsyayê nikarin zû zû mesela Sûrîyê çareser bikin, çewa dewleteke weke Tirkîyeyê dikare, dema wî welatî gelek kêşeyên wê hene.”

Lê belê Dr. Sîdo dibêje ku Tirkîye dikare rolekê bileyize jibo dîtina çareserîyeke aştîyane bo kirîza Sûrîyê.

Birêz Kemal Sîdo serokê beşê Rojhilata Navîn e li Rêxistina Gelên di Bin Gefê de li Almanya.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:38 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG