Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevşaredarên Sêrtê û Navçeyên Wê Hatin Berdan


Roja Şemiyê di çarçoveya operasyona terorê de Hevşaredarên HDPê yên Sêrtê Berîvan Helen Işik û Dara Turhan; hevşaredarên Bayqanê Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez; hevşaredarê Misircê (Kurtalan) Baran Akgul û pênc xebatkar û endamên meclîsa şaredarîya Sêrtê hatin desteserkirin. Bi biryara Wezareta Karê Navxwe qayûm dan ser şaredarîyan.

Piştî binçavkirina çar rojan Dadgeha Sêrtê jibo Berîvan Helen Işik, Ramazan Sarsilmaz, Ozden Gulmez û Baran Akgul biryara hepsa malê da.

Dara Turan û pênc xebatkarên şaredarîyan jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Parlamentera HDPê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş piştî berdana şaredaran li Sêrtê daxuyanîyek da û destnîşan kir ku hin televîzyonên nêzî hikumetê Şaredar Baran Akgul weke plankarê êrîşên bombeyî dane nîşandan û wê van îdayan şermezar kir.

"Hevalên me hemî bi îdayên derew û çêkirî hatin girtin û van derewan jibo qayûman kirin hicet" Beştaş got .

Hûn dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG