Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Ahmet Şik û Murat Sabuncu Azad Hatin Berdan


Murat Sabuncu piştî derketina ji zîndanê
Murat Sabuncu piştî derketina ji zîndanê

Ji doza rojnameya Cumhuriyetê du rojnamevan, Murat Sabuncu û Ahmet Şik roja înê serbest hatin berdan.

Di dozê 20 kes tên dadkirin ku di nav wan de Can Dundar, İlhan Tanir, Erdem Gul, Kadri Gursel, Akin Atalay jî hene.

Murat Sabuncu ji 31 Cometmeha 2016, Ahmet Şik ji 31'ê Mijdara 2016'an vir ve girtî ye.

Di çarçova doza Cumhuriyetê de di 31'ê Cotmeha 2016'an de bi îddiaya ku piştevaniya rêxistinên PKK/KCK û FETO/PDY dikin, rojnamevan Murat Sabuncu, Kadri Gürsel, Musa Kart, Güray Öz, Mustafa Kemal Güngör, Turhan Günay, Bülent Utku, Önder Çelik ve Hakan Kara hatin binçavkirin û çar roj şûnda hatin girtin.

Hêjayî gotinê ye Ahmet Şik jî di 31 Mİjdarê de bi hiceta ku li ser twiterê propagandaya rêxistina FETO/PDY kiriye hat girtin. Şık, şeş sal berê jiber ku li dijî Fethullah Gulen pirtûja "ArtÊşa İmam" nivisandibû, hatibû girtin.

Di çarçova dozê de Can Dundar li Almanya, İlhan Tanir li Amerikayê ye û di heqê herduyan de biryara girtinê hat dayin.

Di doza Cumhuriyetê de jibo rojnamevanan ji 7 salan heta 43 salan cezayê hepsê tê xwestin.

Raporta Xecîcan Farqîn 10_03_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00

XS
SM
MD
LG