Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qedexeya Beravêtina Zarokan li Şîlî Hat Sist Kirin


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Şîlî bo qedexeya beravêtina zarokan anku kurtajê biryara sistkirinê da.

Berî biryara dadgehê, Şîlî yek ji 7 welatên Katolîk yên ku bi her awayî beravêtina zarokan qedexe dikir bû.

Dadgeha Qanûna Bingehîn, do Duşemê biryar da ku di şertên destdirêjîyê de, bo rakirina rîska saxlemîya dayik û di rewşên ku ducanî bi awayekî serkeftî bi dawî nebe de, kurtaj dikare were kirin.

Kongresa Şîlî, bernivîsa rakirina qedexeya kurtajê ji pejirandibû, lê konservatîfan bernivîs, bo nirxandinê ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re şandibû.

Li Honduras, El Salvador, Nîkaragua, Malta, Vatîkan û Komara Domînîk kurtaj bi her awayî qedexe ye.

Parêzvanên kurtajê dîyar dikin ku her sal bi kêmî ve 70,000 kurtajên îlegal li Şîlî tên kirin.

Li gor qanûnên Şîlî, jin û doktorên ku kurtajê dikin heta 5 sal cezayê hepsê distînin.

Di navbera 2010-2014’an de 73 kes jiber kurtajê li Şîlî cezayê hepsê sitandibûn.

XS
SM
MD
LG