Lînkên eksesibilîtî

Berdevkê HSD'ê: Rejîm bo Têkbirina Rizgarkirina Reqa Êrîşan Pêk Tîne


Berdevkê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Telal Silo ragihand ku rejîma Sûrî bi armanca têkbirina hemleya rizgarkirina bajarê Reqa êrîşan li hember wan pêk tîne.

Wî hişyarî da ku hêzên HSDʹê wê di çarçoveya xweparastina rewa de, bersîva wan êrîşan bidin.

ʺPiştî berxwedana qehremanî ya hêzên me û hêzên hevkar yên dijî terorê û piştî destpêkirina operasyona Cenga Mezin ya azadkirina Reqa û rizgarkirin çend taxên wî bajarî, hêzên rejîmê di 17ʹê Hezîranê de êrîşeke berfireh destpê kriye. Rejîmê di wê êrîşê de, dijî heremên rizgarkirî êrîşên esmanî, top û tank bi kar anîn. Armanca hêzên rejîmê ji êrîşan ew e ku hemleya rizgarkirina Reqa têk bibin.ʺ

Silo hêzên rejîmê hişyar kir ku êrîşên xwe nedomînin. ʺKu hêzên rejîmê êrîşên ser navendên me yên Reqa bidomînin, emê neçar bimînim ku mafê xwe yê parastinê pêk bînin û bersîva êrîşan bidin.”

XS
SM
MD
LG