Lînkên eksesibilîtî

Telal Silo: Operasyona Reqa bi Serketî Dawî Hat


Berdevkê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka, Telal Silo ragihand ku operasyona rizgarkirina Reqa bi serketî dawî hatiye û ewê di demeke kin de bi fermî azadbûna bajêr ragihînin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ji ragihand ku şervanên HSDê, bi hêzeke mezin avêtin ser stadyuma bajêr, ku DAIŞ’ê wek bingeh bi kar tîna û ew ji destê DAIŞ’ê standin.

SOHRê da zanîn ku şervanên HSDê dû re nexweşxana bajêr, ku ew jî biryargeha wê rêxistinê bû, ji destê DAIŞ’ê rizgar kir.

Operasyona rizgarkirina Reqa di meha Hezîranê de destpê kiribû û koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jî bi êrîşên esmanî piştgirî dida operasyonên HSDê.

Reqa navenda xîlafeta DAIŞ’ê bû û gelek êrîşên li dervayê Sûrîyê li wê derê dihatin plan kirin.

XS
SM
MD
LG