Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Dibe ku Telal Silo ji Hêla Tirkîyê Hatibe Revandin


SDF Flag
SDF Flag

HSD'ê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Telal Silo dest ji kar berda û îhtîmaleke mezin e ku ew ji alîyê Sazîya Îstixbaratî ya Tirkîyê (MIT) ve hatiye revandin.

HSD dide zanîn ku Silo, jiber gefên Tirkîyê yên derheqa jîyana malbat û zarokên wî, berî demeke kin dest ji berdevkîya berdabû.

“Silo mirovekî rêzgirtî ye û karê xwe heta kelîya dawî bê kêmahî bi cîh anî, jiber wê sedemê jî malbata wî bû armanca gefên Tirkîyê. Em bawer dikin ku Silo û malbata wî ji alîyê MIT û serhildayên bi piştgirîya wê, bi operasyoneke taybet hatine revandin.”

SDF di dawîya daxuyanî de bal dikşîne ku ewê jibo Sûrîyeke Demoktîk têkoşîna xwe bidomîne û ewê encamên lêpirsîna rewşa Silo bi bîragiştî re parve bike.

XS
SM
MD
LG