Lînkên eksesibilîtî

Herêma Kurdistanê bo Hefteyekê Şîn Ragihand


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî, di peyama xwe ya ser koça dawî ya Celal Talabanî de dîyar kir ku li herêmê bo hefteyekê şîn hatiye ragihandin.

Sîyasetvanê navdar û serokomarê berê yê Îraqê Celal Talabanî, do Sêşemê li nexweşxaneyeke bajarê Berlînê li Almanya koça dawî kir.

Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku Herêma Kurdistanê, destkeftîyên xwe bi Celal Talabanî re sitandine.

Talabanî, ku di nav Kurdan de wek Mam Celal dihat nasîn, 84 salî bû û ji mêjve nexweş bû.

Li ber e ku Talabanî roja Înê li Silêmanî were binax kirin.

XS
SM
MD
LG