Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ'ê, Êrîşa Misrê Girt Ser Xwe


Arşiv: Bakurê Sînayê - Misir
Arşiv: Bakurê Sînayê - Misir

DAIŞê berpirsatiya êrîşa ku xaleke kontrolê ya polîsan li bajarê Îsmaîliya yê Misrê kirbû armanc girt ser xwe ku di encamê de 3 jê polîs herî kêm 4 kes hatin kuştin.

DAIŞê di daxuyaniyekê de ku derengiya Şemiyê belav kir, berpirsyariya bûyerê girt ser xwe, û ew ji aliyê ajansa nûçeyan ya Amaq ya taybet bi rêxistinê ve hat ragihandin.

Êrîş roja Înê piştî nîvro pêk hat, dema ku çekdaran gule berdan hêzên polîs li Îsmaîliyê. Di êrîşê de herî kêm 12 kes birîndar bibûn ku piraniya wan leşker in.

Di nav kuştiyan de sê polîs û kesek ku nasnameya wî ne diyar e hebûn, li gorî belgeyek nexweşxaneyê ku ji hêla Associated Press (AP) ve hatî bidest xistin.

Kanala nûçeyan ya dewletê El-Qahîre ragihand ku hêzên ewlehiyê yek ji êrîşkaran kuştine.

Misir bi salan e li bakurê Nîvgirava Sînayê şerê DAIŞê dike.

Çekdaran çendîn êrîş li Sîna û deverên din li welat pêk anîne, bi taybetî hêzên ewlekarî, kemîneya Krîstiyanên Misrê û kesên bi hevkarî kirina bi leşker û polîsan re tên tawanbar kirin dibin armana êrîşên DAIŞê.

XS
SM
MD
LG