Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbata Boçkum li Kurê Xwe Sînan Digere


Dê û bavê Sînan Boçkum
Ev hefteyek e ku malbateke Kurd li ser rêya Zaningeha Dîcleyê, li Taxa Fisqaya konek vedaye û bizava rûniştinê lidar dixin, bi sedema ku kurê wan Sînan Boçkum yê 15 salî ji 23’ê Nîsanê vir ve hinda ye.

Dê û bavê Sînan, BDP'ê û şaredarîyê tawanbar dikin û îddia dikin ku wan Sînan şandiye serê çîyê.

Hevşaredara Bajarvanîya Mezin Gultan Kişanak roja Çarşemê daxuyanîyek belav kir û dîyar kir ku tu eleqeya wan bi bûyerê û ji organîzasyona seyrangehê tuneye.

Yek ji rêvebirê komela Mazlum-Derê Reha Ruhavî ji Dengê Amerîka got ku wan çend caran serdana malbatê kirine.

“Piştî ku zelal be Sînan di deste Hêzên Parastina Gel (HPG) de ye, emê peymana 'Banga Cenevre' bibîr bixin û bang bikin ku Sînan bişînin mala wî.”

Hêjayî gotinê ye, di sala 2013’ê de HPG bi Banga Cenevrê re Peymana Zarokan îmza kir. Li gor wê peymanê HPG divê zarokên ji 16 salî biçûktir qebûl nake.

'Banga Cenevre' ji Dengê Amerîka re da zanîn ew jî mesele ji nêzîk ve dişopînin û piştî ku agahîyên zêdetir bidest bixin, ewê serî li HPG’ê bidin.
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:35 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG