Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stranbêj û Çalakvana Îrlandî O'Connor di Temenê 56 Saliyê de Mir


Stranbêja Îrlandî Sinead O'Connor
Stranbêja Îrlandî Sinead O'Connor

Sinead O’Connor stranbêj, Strannivîs û çalakvana mafê jinan û parêzvana mafên mirov ya Îrlandî, ku yek ji stranbêjên naskirî bû li seranserî cîhanê di temenê 56 saliyê de jiyana xwe ji dest da.

Ew di 20 saliya xwe de pirr hate naskirin bi behreya bê hempa û dengê taybet û xweş ku hişt ew bibe stêrkek di esmanê muzîk û strana derbirînî û ya xwedî peyam û watedar de li Ewropa û cîhanê jî.

Wê bi eşkere nexweşiya xwe ya derûnî ragîhandibû di vidyokê de li ser Facebookê ji New Jersey cihê ku li dijiya, û tê de gotibû ku ew ji bo xatirê yên din sax dimîne û heger bi destê wê bûya, ew ê "bimra".

Diyar dibe ku xwekuştina kurê wê Shane yê 20 salî di 2022an de, bandorek mezin lê kiribû û ew derbasî nexweşxanê kiribû.

Bi serê xwe yê gurî û taybetmendiya xwe ya balkêş, O’Connor dest bi hunera xwe li kolanên Dublin kir û di demek kurt de ew bû stêrekek di esmanê stranbêjiya cîhanî de.

FILE - Irish musician Sinead O'Connor arrives at amfAR's Inspiration Gala in Los Angeles, Oct. 27, 2011. O’Connor, known as much for her private struggles and provocative actions as for her fierce and expressive music, has died at 56.
FILE - Irish musician Sinead O'Connor arrives at amfAR's Inspiration Gala in Los Angeles, Oct. 27, 2011. O’Connor, known as much for her private struggles and provocative actions as for her fierce and expressive music, has died at 56.

Di sala 1987-an de albûma wê ya pêşîn "The Lion and the Cobra" belav bû û bi wê ew pirr hate naskirin û di sala 1990-an de bi kilpa xwe "Nothing Compares 2 U" edî bû stêrkek di esmanê musîka cîhanî de.

Jiyana wê herdem serbest û azad bû û jinek li dijî kontrol û desthilatê bû ji ber wê pore xwe kurr kir li dijî desthilatiya karsazên baza muzîkê , her wiha jî helwestên wê yên siyasî û çandî pirr girj û tûj bûn û gelek caran jî bi ser hunera wê ya muzîkê dike wek helwesta wê li dijî kiryarên kêşeyên dêra Katolîk û destdirêjiya sêksî.

Di 2014 de, wê got ku ew beşdarî partiya neteweperest ya îrlandî Sinn Fein bû û bang li serokên wê kir ku xwe bidin alîkî da ku nifşek ciwan rêbertiya wê bikin. Wê paşê serlêdana xwe paşve kişand.

Di sala 2018an de bû Misilman û navê xwe jî guhert .

Jiyana wê di nava gelek sergêjiyan de derabs bû, di nava aloziyên weke rewşa Irlanda ya siyasî, destdirêjiya sêksî li dijî jin û zarokan, berjewendiya desthilatdariyê û pirsgirêkên din.

O'Connor di 8ê çileya pêşîn ya 1966ê de ji dayik bû, wê zarokatiyek dijwar derbas kir.

Di ciwaniya xwe de wê wextê xwe li saziyek keçan ya ku ji hêla dêrê ve dihat piştgirî kirin derbas dikir. Li wê dêrê keşîşek jin gîtarek da O'Connor, û di demek kurt de wê stran gotin û li kolanên Dublin performans kir, bandora Bob Dylan heya Siouxsie û Banshees li ser şêwaza wê hebû.

XS
SM
MD
LG