Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekrem Heydo: Festîvala Fîlma Kurdî li Berlînê Gaveke Girîng e bo Pênasîna Çanda Kurdî


Festîvala 7'mîn a Fîlma Kurdî li Berlînê dest pê kir, ku ji 15-21 Hizêranê berdewam dike, bi beşdarbûna jimarek fîlm û derhênerên Kurd.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi derhênerê sînema Ekrem Heydo re kir, ku ew bi xwe bi 2 fîlman beşdar bûye, da ku çalakiyên vê festîvalê ron û zelal bike û mebest û armanca vê festîvalê bide ber çavan.

Birêz Ekrem dibêje: "Festîvala Fîlma Kurdî rê dide berhemên Kurdî yê di sînema de, ku roniyê bibînin û li cîhanê bên belavkirin û temaşekirin."

Ji aliyekî din ve, bandora çalakiyên bi vî awayî li ser pênasîn û piştevaniya doza Kurdî çawa tê şîrovekirin. Birêz Ekrem di derbarî wê de got, fîlmên Kurdî rewşa civaka Kurdî bi hemû rengê xwe dide ber çavan, ji ber wê jî ew dikare bala temaşevanên biyanî bikşîne û bihêle ew ji nêzîk ve Kurdan nas bikin.

Hevpeyvîna Ekrem Heydo-6-17-2017-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:57 0:00

XS
SM
MD
LG