Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sînemayên Çînê Piştî Şeş Mehan Jinûve Vedibin


Medya fermî ya Çînê ragihand ku hin salonên sînemayê, ku jiber vîrusa korona hatibûn girtin, dê piştî 6 mehan jinûve vebin.

Hemî salonên sînemayê yên Çînê di meha Çileyê de hatibûn girtin.

Hin salonên sînemayê jiber girtina demdirêj top avêtibûn.

Li gor nûçeya medya fermî ya Çînê, di 20’ê Tîrmehê de dê bi tenê li herêmên ku rîska wan ya vîrusa korona kêm e, sînema dê dest bi karên xwe bikin.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî herêmên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 85,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,644 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG