Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Sînemayên Çînê Piştî Şeş Mehan Vebûn


Sînemayên Çînê yên jiber vîrusa korona hatibûn girtin piştî 6 mehan jinûve vebûn.

Karbidestên Çînê bi tenê li herêmên rîska belavbûna vîrusa korona kêm e destûra vebûna sînemayan dane.

Medya Çînê dîyar dike ku bilêtên sînemayê yên ji înternetê hatine firotan zû qedîyane.

Her sînameyek dê karibe bo 30 ji sedê kapasîteya xwe bilêtan bifiroşe û li sînemayê karanîna maskeyan jî dê mecbûr be.

Bo parastina mesafeya civakî, li sînemayê rûniştina li ber hevdu qedexe ye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 85,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,644 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG