Serokwezîrê Sîngaporê Lee Hsien dîyar kir ku girjîya Amerîka û Çînê zararê dide ewlekarîya Asya-Pasîfîkê.
Hsien da zanîn ku ew li bendê ne ku di demên pêş de ew girjî gurtir bibe.
Wî got ku jiber şerê Rûsya û Ukrayna jî girjîya li herêma Asya-Pasîfîkê gur dibe.
Serokwezîrê Sîngaporê Hsien da zanîn ku bo ew nekevin wê girjîya hêzên mezin çi ji dest wan were ewê bikin.
Hsien dîyar kir ku jiber sistbûna peywendîyên Amerîka û Çînê ew nikarin ser guherîna îqlimê, pandemîyan bi hev re bixebitin.