Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîpan Hemo: Rûsya Soz Daye Kurdan Beşdarî Danûstendinên Soçî Bike


Şervanên YPG'ê li Efrîn
Şervanên YPG'ê li Efrîn

Fermandarê giştî yê Hêzên Parastina Gel, Sîpan Hemo dibêje Rûsya soz daye ku Kurdên kontrola Bakûrê Sûriyê di dest de ye, dê bo danûstendinên aştiyê bihên bangkirin, ku liber li Soçî ya Rûsya pêk bihê.

Reuters roja Çarşemê li gûr axiftinên Sîpan Hemo radigihîne ku, Rûsya dê 155 kesan weke nûnerên herêma Otonom ya Bakûrê Sûriyê beşdarî danûstendinên Soçî bike.

Daxûyaniyên Sîpan Hemo fermandarê giştî yê YPG'ê di kenal û Mediya Civakî ya fermî ya Kurdan de hatine weşandin weke Reuters dibêje. Kurdên kontrola Bakûrê Sûriyê dikin çarêka erdê Sûriyê li jêr desthilata wan de ye, lê heta niha beşdarî di hîç gerên danûstendinên aştiya li Sûriyê de ne kirine.

Tirkîye li dij beşdarbûna Kurdên Bakûrî Sûriyê ye di danûstendinan de, herwiha Rûsya piştevaniya rejîma Beşar Esed dike di şerê navxwe yê 6 salan de.

Tirkiye, Rûsya û Îranê danûstendinên li Astana ya Kazaxistanê rêk dixistin, herwiha banga civînek nû kir bûn li bajarê Soçî yê Rûsya ku di rojên 29 û 30 meha bihê de hatîye pilan kirin, lê roja Çarşemê, serokê Tirkiyê Erdogan dema di seredanekê de bû li Tûnis di prês Konferansekê de Beşar Esed weke terorîst bi nav kir, Dîmeşqê jî weke bersivdana daxûyaniyên Erdogan grûbên di opozisyona Sûrî de weke rêxistinên terorist bi nav kirin ku ji 40 grûban zêdetir in, hin ji wan beşdarî di gerên danûstendinan de kirine.

XS
SM
MD
LG