Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîpan Hemo: Di Demeke Nêzîk de Danûstandin ligel Hikûmeta Sûrî Wê Destpê Bikin


Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo ji Reutersê re got ku bi bawerîya wî di demeke nêzîk de danûstandin bi hikûmeta Sûrî re destpê bikin.

“Hîn hewil hene ku danûstandin werine kirin û helwesta hikûmeta Sûrî erênî ye. Ez bawer dikim ku emê di rojên pêş de dest bi danûstandinan bikin.”

Pispor bal dikşînin ku lihevkirineke navbera YPG’ê û hikûmeta Beşar Esad wê du beşên mezin yên welêt bgehîne hevdu ku bi çerê navxweyî ya 8 salî ve ji hev cihê bûbûn.

Hêjayî balkişandinê ye ku hewilên danûstandinê, piştî daxuyanîya Serokê Amerîka Donald Trump ya vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûrîyê, pirtir bûne.

Kurdên Sûrîyê hêvîdikin ku sîstema xwe ya rêvebirînê biparêzin, loma daxwaz ji Rûsya dikin ku bo danûstandinên ligel hikûmeta Sûrî navbeynkarî bike.

XS
SM
MD
LG