Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîpan Hemo: Rûsya li Kurdan Îxanet Kir


Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo dîyar kir ku Rûsya li Efrînê ‘’bi awayekî eşkere’’ li Kurdan ‘’xîyanet’’ kiriye.

Hemo di hevpeyvînekê de, ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hat weşandin, da zanîn ku hêzên Rûsan du sal in li Efrînê û her tim ji wan re gotine ku ‘’çareserîyeke bêyî Kurdan ne pêkan e’’

‘’Hin peymanên me bi Rûsya re hebûn, lê Rûsya di şevekê ew peyman pûç kirin û li me xîyanet kirin. Bi awayekî eşkere em firotin. Rûsya welatekî tucar e, bi dewleta Tirkîyê re hin peyman îmza kirine.’’

Hemo dîyar kir ku Rûsya dê rojekê jiber vê helwesta xwe ji Kurdan lêborînê bixwaze.

Fermandarê YPG’ê, ser nûçeyên derbarê muşekên li Kilisê ketine jî got ku ‘’Tirkîye dixwaze dagirkerîya xwe rêwa bike’’ û dîyar kir ku yekîneyên wan bi ti awayî dijî wî bajarî ti êrîş li dar nexistine.

XS
SM
MD
LG