Sirbistanê bang li welatîyên xwe kir ku jiber metirsîya êrîşên pêkan neçin Tirkîyê.
Wezîrê Derve yê Sirbistanê Ivica Cacic ji welatîyan xwest ku bi taybetî hewil bidin ku nerin Enqerê.
Cacic da zanîn ku ew di ser agahîyên sazîyên ewlekarîyê re vê hişyarîyê dide.
Wî dîyar kir ku dibe ku ew di rojên pêş de ser herêmên din yên Tirkîyê jî hişyarî bidin.
Cacic, ji hemwelatîyên xwe yên ku niha li Tirkîyê ne, xwest ku dûrî sekenokên metro, otobus, û trenê bisekinin.
Meha borî Beyoglu ya Stenbolê peqînek çêbûbû û di encama wê de 6 kesa canên xwe ji dest dabûn û bi qasî 100 kesên din jî birîndar bûbûn.